image

PeyamaKurd – Terefdarên Tevgera Sadr li payîtexta Iraqê li Bexdayê celsa meclisê protesto dikin. Sedema protestoyê ew e ku celseya tê de serokê meclisê û yekem cîgirê meclisê hat hilbirtin, qebûl nakin. Ji bo nerazîbûna xwe aşkera bikin, terefdarên Sadr li Meydana Tahrîrê civiyan.

Çalakvanên Tevgera Sadr bi dozerên ku birine meydana Tahrîrê, bi wan dozeran wan baryerên ku li ber herêma Kesk danîne da kes nekeve herêmê, bariyeran radikin û di navbera çalakvan û hêzên asayîşê de gengeşeyên mezin çêbûn.

Ev 2 mehe ku meclisa Bexdayê neciviyaye û îro di civîna meclisê de, meclis îstîfa serokê meclisê Muhammed Halbûsî qebûl nekir û weka cîgirê yekem Mendelawî hat bijartin.

Tevgera Sadr ji parlementoyê vekişiyabû û naxwaze ku hukumet di navbera grûb û partiyan de bê parvekirin. Her weha li hemberê namzedê grûbên terefdarên Îranî dertên ku namzedê wan Muhammed Şiya Sûdaniye.