image

PeyamaKurd – Serokê Polîtburoya Tevgera Hemas Îsmaîl Heniye bi rêya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdurehman Al Sanî re li ser êrîşên Îsraîlê axivî.

Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê diyar kir, Îsmaîl Heniye di pêwendiya telefonî de gotiye, divê êrîşên Îsraîlê li ser kerta Xezzeyê werin rawestandin.

Îsmaîl Heniye eşkere kiriye: “Tawanên ku li dijî Filistîniyên kerta Xezzeyê têne encamdan, niyeta êrîşkarî ya Îsraîlê didin nîşandan, ku bi çend hincetên bêbingeh, hatine perdepoşkirin.”

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Misirê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ew hewla pêkanîna aramî û rawestandina xwînrijandina li Xezzeyê didin.