image

PeyamaKurd- Li gorî rojnameya The Guardian, dibe ku Serokwezîrê Berê yê İngiltereyê Boris Johnson, li pîşeya xwe ya berê ya rojnamegeriyê vegere. Hat diyarkirin ku ji bo Johnson gelek pêşniyaz jî hatine kirin.

Piştî ku Boris Johnson dest ji serokwezîrtiyê berda, gelek guftûgo hatin kirin ku ew ê li pîşeya xw ya berê ya rojnamegeriyê vegere. Li ser van guftûgoyan, di The Guardianê de jî nûçeyek hat parvekirin û hat diyarkirin ku yek ji rojnamevanên navdar ên welêt Daily Mail, ji bo Boris Johnson pêşniyaz kiriye ku di rojnameyê de qunciknivîsiyê bike.

Çavkaniyên ku ji rojnameya Daily Mailê ev agahî dane, di derbarê hûrgiliyên pêşniyaza hatiye kirin de agahî parve nekirine. Her wiha tê zanîn ku rojnameya The Guardian jî pêşniyazek lê kiribû lê di derbarê vê mijarê de heta niha daxuyaniyek nehatiye parvekirin.

Rojnamegerekî navdar bûye

Beriya ku Johnson di sala 2016an de dest bi Wezîrtiya Karên Derve ya İngiltereyê bike, yek ji rojnamegerên navdar bûye û di Telegraphê de qunciknivîsên wî yên heftane hatine weşandin. Her wiha tê gotin ku Johnson di wê demê de mehê tenê 10 saetan dixebitî û salane 275 sterlin mûçe digirt.