image

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê bertek ji hevdîtina Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê bi şanda Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re nîşan da.

Şand Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi serokatiya Îlham Ehmed 22yê Mijdarê li Moskowê bi Lavrov re civiyabû û mijarên girêdayî çareserkirina krîza Sûriyê û vekirina rêya dîyalogê û rewşa heyî guftûgo kiribû.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê xem û fikarên xwe derbarê wê hevdîtina fermî de anîn ziman.

Wezareta Derve ya Rûsyayê jî ragihandiye di hevdîtinê de çareseriyeke siyasî ya jimara 2254 a di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de, avadankirina Sûriyê, vegera koçberan bo warên xwe û dabînkirina alîkariyên mirovî hatine destnîşankirin.

Herwiha Rûsyayê piştevaniya xwe bo çareseriyeke giştgir a bi beşdariya hemû aliyan û dabînkirina mafên hemû pêkhateyan aniye ziman.