image

PeyamaKurd - Serokatiya Îdareya Koç û Koçberan a Tirkiyeyê ragihand ku di nav meha Çile ya 2023yan de, zêdetirî 10 hezar koçberên qaçaxî li welatên wan hatine vegerandin.

Li gorî amarên fermî yên Serokatiya Îdareya Koç û Koçberan a Tirkiyeyê, di nav meha Çileyê de li Agirî, Erzirom, Kocaelî, Meletî, Kutahya û Enqereyê hezar û 503 koçberên ji Afganistanê bi balafirên kirêkirî hatine dersînorkirin. Herwiha tevî seferên normal ên balafiran bi giştî 3 hezar û 755 koçberên ji Afganistanê hatine dersînorkirin.

Hatiye eşkere kirin ku di nav meha pêşîn a 2023yan de bi giştî 10 hezar 520 koçber hatine dersînorkirin û destûr nehatiye dayîn ku 20 hezar 295 koçber jî ji sînoran bikevin Tirkiyeyê.

Li gorî amarên heman saziyê, di sala 2022an de jî bi giştî 124 hezar û 441 koçber hatine dersînorkirin.