image

PeyamaKurd – Tirkiye berê ji bernama F-35 ya balafirên nesla nû hatibû derxistin û paşî dixwest ji Amerîkayê balafirên F-35 bikire lê Amerîkayê wê jî qebûl nekir. Paşî xwest ku 40 balafirên F-16 ji Amerîkayê bikire û 80 balafirên ku di destê Tirkiyê de ne yên F-4 û F-16 an bi Amerîkayê bide nûhkirin. Niha Tirkiye li benda bersiva Amerîka ye.

Piştî derxistina Tirkiyê ji bernama balafirên F-35 an Tirkiye xwest ku ji Rûsyayê balafirên SU bikire lê ev dihat vateya ku têkiliyên xwe û NATO û Amerîkayê ji hev qut bike. Di çapemeniyê de tê gotin ku eger Amerîka daxwaza Tirkiye neyne cîh, Tirkiye dikare ji Îngîltere balafirên Eurofighter Typhoon bikire.

Nîşaneyên kirîna balafiran ji Îngîltere ew e ku meha borî fermandarê giştî yê hêzên hewayî yê Tirkiyê Orgeneral Hasan Küçükakyüz, dema seredana Îngîltere kir kontrola balafirên Typhoon kir lewra tê gotin ku dibe Amerîka bi neyînî bersivê bide Tirkiyê û wê wextê Tirkiye ji Îngîltere balafiran bikire.

Heya niha rêvebirên sanayiya Tirkiyê dibêjin ku di rojeva wan de mijareka weha nîne.