image

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, diyar kir ku ew di mijara Sûriyê de dikarin bi NATOyê re tevbigerin.

Akar got ku wan gelek caran ji hevpeymanên NATOyê re pêşniyar kiriye ku herêmeke ewle li Sûriyê bê pêkanîn û li ser hinek planan jî gihîştine heman nêrînê, lê ew plan nehatine bicîkirin û bal kişand ser hêzên Kurdî û DAIŞê û got, “Tirkiye di têkoşîna dijî terorê de tenê hat hiştin.”

Wezîrê tirk herwiha pesnê welatê xwe di şerê DAIŞê de da û dubare got, wan gelek caran bang li hevpeymanên NATOyê kiriye li dijî çalakiyên PKK/YPGê û DAIŞê li Bakurê Sûriyê bi hev re tevbigerin ku bendewariyên Tirkiyê ji wan hene.