image

PeyamaKurd – Do parlementoya Sûriyê li ser Hatayê ku di sala 1939 an de tevlî axa Tirkiyê bûbû, peyamekî belav kiribû û weha gotibû:

“Ji bo Hatay di destê Tirkiyê de nemîne û paşde bistînin, çi pêwistbe em ê bikin.”

Li ser peyama parlemontoya Sûriyê wezareta karên derve ya Tirkiyê bertekê nîşan da û weha got:

“Em peyama bêhed û behûqûqî ya parlementoya Sûriyê ku ti carê temsîla xelkê Sûriyê nake, ji demokrasiyê bêpare û yekîtiya axa me kiriye hedefa xwe, em bi tundî red dikin. Rejîma Sûriye bi salaye li xelkê xwe zilmê dike, ji kuştina bi sed hezar mirovan û ji bi mîlyon mirovan ku ji ser axa xwe derketine berpirse û beyana wan nîşan dide ku nikare ji bin van hezeyanan derê. Tirkiye dikare bi her awayî bersiva parastina axa xwe bike.”