image

PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Süleyman Soylu wezîrê karên hundir yê Îranê Ahmed Wahidî di navbera her dû dewletan de zebta lihevkirinê ya di babeta ewlehiyê de îmze kirin. Soylu, ji bo têkiliyên fermî bi heyeta xwe ve çû Tehranê û piştî îmzekirina zebtê bi wezîrê Îranê re daxwuyanî dan çapemeniyê. Soylu got ku di hevdîtina heyetan de, di navbera wan û Îranê de ji aliyê fikrê de, gelek nêzî hev difikirin û weha got:

“Bi PKK ê û temamê rêxistinên terorê re em îradeyekî hevpar nîşan didin. Gelek grûbên me yên xebatê hene û ev daxwazên welatan û dînamîkan datîne ortê. Me îro car din di derbarê têkoşîna li dijî terorê de, yekîtiya xwe teyîd kir.”

Soylu got ku li ser koça ji Afxanistanê car din axifîne û weha got:

“Me berê bi pêwendiyan xebatekî dikir û niha em wê xebatê derdixin asta jor. Asayîşa sînor di navbera Tirkiyê û Îranê de yek ji mijarên bingehîne. Bi taybetî di mijara dîwarên ewlehiyê, entegreya fîzîkî û di sîstema teknolojîk de, dostên me yên Îranî karê me hêsan kirin û ez sipasiya wan dikim.

Me li ser daxwaza wezîr Wahidî grûbên hevpar ava kir ji bo bi maddeyên hişbir, sûcên organîze û di karên qaçax de têkoşînê bidin. Ji bo têkoşîna bi maddeyên hişbir re di asta bilind de em bi hevre têdikoşin. Ji bo karê sîlihên qaçax jî ji bo em têkoşîna xwe pêşdetir bixin, me biryarê da.”