image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi qralê Si’ûdiyê bi Selman b. Abdulezîz re di rêya telefonê de axifî. Li gor ragihandina serokatiya danûsitendina serokkomariya Tirkiyê; di axaftina her dû yan de behsa têkiliyên duqolî hatiye kirin. Selman û Erdoğan 3 hefte berê jî axifîbûn.

Tirkiye her weha xwe nêzî Misrê jî dike û li aliyê dinê Erebistan û Sûriye xwe nêzî hev dikin.

Lê ji aliyê aboriyê de têkiliyên Tirkiyê û Erebistanê qet baş nînin. Li gor rêjeyên Meclisa îxracatvanên Tirkiyê di sara borî de bazirganiya navbera her dû dewletan hat derceya sifrê û sala borî ev rêje 298,23 mîlyon dolar bû ku niha % 93 daketiye.