
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Brîtanî Tony Blair berawirdkirina êrîşa Amerîkayê ya ser Iraqê ku wî nêzîkî 20 sal berê piştgirî da û şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê red kir.
Blair diyar kir, Serokkomarê wê demê yê Iraqê Sedam Husên li dijî gelê xwe hovîtî kir, li dijî hiqûqa navneteweyî kete du şeran û di rojekê de 12 hezar kes bi çekên kîmyewî kuştin.
Serokwezîrê berê herwiha bal kişand ser wê yekê ku hêzên koalîsyonê yên ku ketine Iraqê û Seddam rûxandin, nikarin bi êrişa Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo ser Ukraynayê re bên wekhevkirin.
Blair diyar kir, Ukrayna welatek e ku serokdewletekî wê bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin û Pûtîn tu pevçûnên herêmî nedaye destpêkirin an jî dagirkirina wî ji bo welatên cîran jî xetere nîne.
Blair destnîşan kir, Pûtîn bêyî destûra Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo rewakirina şerê li Ukraynayê, wê dagirkirina Iraqê ya di 2003yan de bi kar bîne û wiha pê de çû: "Lê hûn dizanin, heke wî ev arguman bi kar neaniye, wê argumaneke din bi kar bianiya."