image

PeyamaKurd – Serfermandariya Giştî ya Artêşa Ukrayna, do Pêncşemê bi daxuyaniyekê da zanîn, hêzên Rûsî hewildanên xwe berdewam dikin da ku êrîşên xwe li çend beşên eniya şer a li rojhilat tund bikin.

Li gor Serfermandariya Ukraynayê diyar kir, hêzên Rûsî dijî navend û avahîyên binesazî yê yên li seranserê welat êrîşên moşekî û esmanî didomînin.

Nûnerê herêma Luhanskê ya cudaxwaz li Rûsya Rodion Miroshnik jî eşkere kir, niha nêzî 8 hezar hêzên Ukraynî li herêmên Donetsk û Luhanskê di bin dorpeçê de ne û rojane hejmara wan bi sedan zêde dibe.

Herwiha daxuyaniyên Miroshnik heya niha ji hêla çavkaniyên serbixwe nehatine piştrastkirin.