image

PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Bejahî yên Ukraynayê Oleksandr Syrsky ragihand ku hêzên wan bajarokê Klishchiivkayê ku li başûrê bajarê Baxmutê ye, ji Rusyayê girtiye.

Oleksandr Syrsky, di daxuyaniya xwe de ragihand ku Klişçiivka bajarokekî stratejîk ê li başûrê Baxmutê ye ji Rusyayê hatiye stendin û got, "Klişçiivka ji Rusan hat paqijkirin."

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak di daxuyaniya xwe de got, "Klişçiivka Ukrayna ye" û spasiya leşkerên Ukraynayê kir.