PeyamaKurd- Ji aliyê Serokomariya Ukraynayê ve Plansaziya Avakirina Lezgîn a Ukraynayê ya piştî rûxandinên şer hat ragihandin. Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, piraniya lêçûna vê plansaziyê, dê bi bexşên welatan çêbibe.
Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Kyrylo Timoşenko, li ser plansaziya ku cihên rûxandî ji nû ve werin avakirin an jî werin çêkirin, plansaziya navborî ragihand.
Li gorî plansaziya hat ragihandin, ji bo çêkirina tesîsên binesaziya ku ji ber şerê Rusyayê xirab bûne an jî rûxiyane, dê ji bexşvanên navneteweyî pere bê bidestxistin.
Timoşenko li ser hûrgiliyên plansaziyê got, “Em ligel hevkarên xwe li ser vê plansaziyê dixebitin. Min ligel konsulên welatên biyanî, ji 30î zêdetir hevdîtin pêk hanîn, em hemûyan vedixwînin hevkariyê.”
Di agahiyên ku ji aliyê Timoşenko ve hatin dayîn de hat eşkerekirin ku endamên civata venêrîna weqifa avakirinê, dê ji % 75 nûnerên welatên bexşandêr bin.
Di destpêka vê mehê de piştî nirxandina lêçûnên ku dê li ser vê avadaniyê bên kirin hatibû diyarkirin ku Hikûmeta Ukraynayê, Komîsyona Ewropayê û Bankaya Cîhanê, texmîn kiribû ku dê ji bo ji nû ve avakirina Ukraynayê, 349 milyar dolar lêçûn hewce be.