image

PeyamaKurd - Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro 30yê Tîrmehê roja Înê ragihand ku ji bo zêdetirî 100 hezar zarokên li Tîgray ya Etîyopya metirsîya birçîmanê heye.

UNICEFê da zanîn ku ew rîsk ji bo 12 mehên li pêş xuya dibe û dîyar kir ku li Tîgrayê bo zarokan rîska birçîmanê îsal 10 qat zêde bûye.

Berdevka UNICEFê Marixie Mercado piştî vegera ji Etîyopya li Cenevrê da zanîn ku jinên ducanî û dayikên şîr didin zarokên xwe jî bi qasî bo wan pêwîst e xwarinê nabînin. Mercado dîyar kir, pêdivîya zarokan û jinan bi alîkarîyeke demûdest heye û divê rê li ber karên wan vebe.

Berdevka UNICEFê bang li hikûmeta Etîyopya kir ku destûrê bide wan, ji ber ku pêdivîya tîma NY ya li wî welatî bi ekîpmanên ragihandinê heye.