image

PeyamaKurd – Li gor ragihandina çapemeniya rojnama El-Qudsul Erebi ya Qatarê ku binkeya nûçeya xwe biriye ser rojnama Îsraîlê ya bi navê Maariv ê, Urdun û Îsraîl bo li ser sînor bi hevre di seha leşkerî de tevbigerin, li ser sînoran ziminekî hevpar bikarbînin, bi ortaxî çavdêriyê bikin, navendeka tevgerî ya kontrola sîstemê dê ava bikin.

Rojname gotiye ku di oda operasyonê ya Îsraîlê ya niha de nûnerê artêşa Urdunê tineye lê di oda operasyona Urdunê de nûnerê Îsraîlê heye. Biryara nû ya bo navenda ku bê danîn, wê bi her dû aliyan re bo kontrol û alavên îstîxbaratê dê hebin û dê agahiyan bi her du aliyan re parvebikin.

Malpera ajansê ya I24 ya Îsraîlê ragihandiye ku armanca vê navendê ew e ku nehêlin kes derbasî aliyê Îsraîlê bibe û bo tedbîrê ye. Proje dibe meha pêşiya me de, dê bikeve rê û eger serkeftî be, dê di sehayên din de jî di navbera her dû dewletan de hevkarî bêkirin.