
PeyamaKurd – Siyasetzanê Rûsî Valeriy Solovey, îdia kir ku serokê Koma Wagner Yevgeniy Prigojîn di qezaya balafirê de nemiriye û niha li Karayîp a başûrê Amerîkayê dijî.
Solovey di bernameya televizyona CNN Turk de, gotiye li gorî çavkaniyên wî yên nêzîkî Pûtîn, ‘Niha Pûtîn kanser e, tedawî dibîne. Piştî bimire jî wê Prîgojîn derkeve holê. Emê di nav çend mehan de bibînin.”
Li gorî îdiayên Slovey, niha Prigojin li Karayîpê ye û bi Pûtîn re jî diaxivin, lê fermandarê Wagnerê di balafira ketî de mirine.
Solovey dibêje, li gorî çavkaniyên wî nexweşiya Pûtîn pêşve çûye û heta payizê sax namîne ku dê Prîgojin jî piştî mirina Pûtîn ji nû ve dest bi polîtîkaya aktîf bike.
Solovey gotiye, ji bo derketina holê li benda mirina Pûtîn e û Pûtîn jî demên xwe yên dawî dijî.