image

PeyamaKurd – Erebên piştî dagirkirina Efrînê li herêmê hatine bicihkirin, li dijî projeya Tirkiyê ya şandina koçberên Sûriyê bo wan herêman xwepêşandan kirin û li hember hatina wan koçberên Sûriyeyî nerazîbûna xwe nîşandan.

Di xwepêşandanê de, xwepêşanderan li dijî projeya vegerandina koçberên Sûriyê bertek nîşandan û û herwiha daxwaz ji komên çekdar jî kirin, şerê li dijî Hikûmeta Sûriyê bidomîn ji bo ku ew bikaribin vegerin bajar û gundên xwe.

Di dîmenên xwepêşandanê yên belav bûne de xuya dibe ku polîsên herêmî û çekdarên girêdayî Tirkiyê parastina xwepêşanderan dikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan çend roj berê eşkere kiribû ku Tirkiye projeyekê ji bo vegerandina 1 milyon penaberên Sûrî amade dike û gotibû, li Îdlibê dê 100 hezar xaniyên brîketan lê bikin û li Azez, Cerablûs, El Bab û Girê Spî jî di nav de li 13 herêman bi heman rengî projeyên xaniyan ava bikin.

Herwiha Erdogan dabû xuyakirin ku ew proje li 13 navçeyên Sûriyê bi alîkariya rêxistinên Tirkiye û navdewletî wê bê pêkanîn.