image

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, peyama ji bo 9ê Gulanê, Cejina Serkeftinê belav kir. Pûtîn di peyamê de bang li gelê Ukraynayê jî kir û got ‘Lîstika duyemîn a  Nazîzmê nayê qebûlkirin’

Vladimîr Pûtîn, peyama Cejina Serkeftinê ya Şerê 2yemîn ê Cîhanê belav kir. Li gorî daxuyaniya ku ji Koşka Kremlînê hat dayîn, Pûtîn ji bo salvegera 77emîn a Serkeftina Welatparêziya Mezin; pîrozbahî li Azerbaycan, Ermenîstan, Belarus, Kazakîstan, Kirgizîstan, Moldova, Tacikîstan, Turkmenistan, Ozbekîstan û li qaşo Abhazya, Osetyaya Başûr, li Komara Gel a Donetskê, li Komara Gel a Luhanskê û li rêber û welatiyan kiriye û ji wan re peyamên pîrozbahiyê şandine.