image

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê NATO sala pêşiya me, bi beşdariya Almanya, Polonya û hersê welatên Baltikê tetbîqata herî mezin a leşkerî ya piştî dawîbûna şerê sar li cîhanê li dar bixe.

Serokê Komîteya Leşkerî ya NATOyê Oramîral Ron Baur, di civîna paytexta Norwêcê Osloyê ya sererkanên welatên NATO de eşkere kir, NATO sala bê tetbîqata herî berfireh a piştî şerê sar wê li dar bixe.

Rob Bauer got: “Hevpeymana NATO sala 2024an piştî şerê sar tetbîqata berevaniya kolektîf a Steadfast Defender pêk tîne. Ji welatên cuda yên NATOyê zêdetirî 40 hezar leşker beşdar dibin û tetbîqat li Almanya, Plonya û sê welatên baltikê tê lidarxistin.”