image

PeyamaKurd- Piştî banga Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a seferberiya beşkî, welatên Baltikê jî ragihand ku ew kesên ji ber seferberiyê birevin, ew ê mafê penaberiyê ji bo wan bê dayîn.

Li ser banga Vladimir Putin, hat ragihandin ku bi hezaran kes hewil didin ji Rusyayê derkevin û ji ber vê yekê jî berê xwe didin dergehên welatên sînoran.

Ji ber vê rewşê jî ji aliyê hin rayedarên welatên Baltikê ve hat ragihandin ku dergehên wan dê ji bo van kesên direvin, vekirî be.

Wezîrê Karên Derve yê Letonyayê Edgars Rinkevics, li ser mijarê da zanîn ku ji bo rewşa ewlehiyê, dê ji bo Rusan wîze neyê dayîn. Hat zanîn ku ji bo ku Putin nikaribe şantajê li welatê wan bike û ew jî bikaribin piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê berdewam bikin, wan ev biryar daye.

Wezîrê Berevaniya Litvanyayê Arvydas Anusauskas jî da zanîn ku girtina leşkeriyê, ji bo mafê penaberiyê ne sedemeke têr û tijî ye lê ji bo kesên ku ji ber baweriya xwe rastî zilmê tên, ew mafê siyasî yê penaberiyê didin wan.

Wezîrê Karên Derve yê Estonyayê Lauri Laanemets jî ragihand ku Heger ew Rusan bikin welatê xwe dibe ku ev yek bibe binpêkirinên dorpêçên Yekîtiya Ewropayê ya li ser Rusyayê.

Ji aliyê dezgehên sînorî yên berevaniyê yên Finlandiyayê ve jî hatibû ragihandin ku piştî banga seferberiyê, hatina ber bi deriyê Finlandiyayê ve gelek zêde bûye.