image

PeyamaKurd-Welatên G7ê, di civîneke online de dorpêçên li ser Rûsyayê nirxandin. Di civînê de hat ragihandin ku dê welatên G7ê, yan qonax bi qonax dest ji kirîna petrola Rûsyayê berdin yan jî dê kirîna petrolê bi temamî qedexe bikin.

Piştî civîna online ya ku Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelensky jî beşdar bû, ji Koşka Spî, daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê welatên G7ê, pêdiviyên xwe yên petrolê dabîn bikin û dê pêwendiya xwe ya petrolê, bi temamî ji Rûsyayê qut bikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi dorpêçên heta îro li ser Rûsyayê hatine kirin, keda 15 salan a destkeftiyên Rûsyayê hatiye tunekirin. Li gorî daxuyaniya hat dayîn, dê dorpêçên li ser Rûsyayê dewam bikin.