image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî civîna encumena wezîran ya bi 4 sietan ku li Kulliya serokkomariyê kir, daxwuyaniyekî da û li ser operasyona ser Sûriyê axifî. Erdoğan weha got:

“Wexta amadekarî biqedin, wê operasyon destpêbikin. Piştî em kêmasiyên korîdora ewlehiyê ya ser sînor biqedînin, em ê li wê derê jî dest bi tevgerê bikin. Bila şikka ti kesî tinebe wexta hedefên me yên 2023 an yên siyasî, aborî û leşkerî bicîh bînin, vê carê ji bo vizyona me ya 2053 yan em ê bikevin nav tevgerê.

Ji bo sînorê Iraqê ji êrîşên terorîstan paqij bikin, operasyonên me bi serkeftin dewam dikin. Eger em kêmasiyên temamkirina korîdora Sûriyê biqedînin em ê bikevin nav tevgerên nû. Şerê serdema me ne tenê şerê çekdarî yê meydanê ye, di seha sanayî û teknolojiyê de jî tê dayîn.”