image

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê, li ser êrîşên doh ên pasdarên Îranê bi ser Herêma Kurdistanê de, bang li Balyozê Îranê yê li Bexdayê kir û nameya protestoyê radestî wî kir.

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Balyozê Îranê yê li Iraqê Mihemed Kazim El Sadeq ji aliyê Serokê Ofîsa Welatên Cîran li Wezareta Derve ya Iraqê Îhsan Ewadî ve hatiye vexwendin û hat diyarkirin: “Wezareta Derve ya Iraqê nerazîbûneke tund pêşkêşî hikûmeta Iraqê kir û tê de hikûmeta Iraqê ev tawan şermezar kir, ji ber ku êrîşên berdewam ên hêzên Îranê li ser serwerî û xaka Iraqê welatiyan dike armanc.”

Wezareta Derve ya Iraqê daxwaz ji Îranê kir ku rêzê li serweriya Iraqê bigire û da xuyakirin ku Îran pabendî peymanên navdewletî be û ji bo yekalîkirina pirsgirêkan, bijardeyên leşkerî bi kar neyîne ji ber ku bikaranîna hêzê dibe sedema têkdana aştiya civakî, ewlehî û aramiya her du welatan.

Di êrîşa bi moşek û dronan a Îranê bi ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, li gorî amarên fermî heta niha 13 kes şehîd bûne û nêzîkî 60 kes jî birîndar bûne.