
PeyamaKurd – Li demeke ku nîqaşên ser şandina tankan bo şerê Ukraynayê dewam dikin de, Wezîrê Berevaniya Almanyayê ragihand ku ew plan dikin heta dawiya meha Adarê tankên di destê xwe de bigihînin Ukraynayê.
Wezîrê Berevaniya Almanyayê Boris Pistorius, dema temaşekirina tetbîqata leşkerî ya bi wesayita şer a zirxî li rojhilatê Almanyayê ji rojnamevanan re axivî û bersipa pirsa şandina tankên Leopard da.
Wezîr Pistorius wiha axivî: “Em plan dikin ku heta dawiya meha Adarê tankên xwe yên Leopard teslîm bikin. Ev ne dîrokeke dereng e.”
Pîstorîûs diyar kir ku perwerdeya leşkerên Ukraynayê ya ji bo bikaranîna wesayîtên şer ên Marder ên Alman jî wê di rojên pêş de dest pê bike û piştre jî wê perwerdeya tankên Leopard 2 were destpêkirin.