image

PeyamaKurd Wezîrê Ciwanî û Werzişê yê berê yê Tirkiyê Suat Kiliç ji AKPê îstifa kir.

Suat Kiliç ê ku 3 serdeman di Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de parlamenterî kir û di navbera salên 2011-2013an de Wezîrtiya Ciwanî û Sporê kir, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.

Kiliç destnîşan kir, wî ji AK Partiyê îstifa kir, piştî navbereke 8 salan peyama vegera siyasetê da.

Kiliç da zanîn: "Min endamtiya xwe ya AK Partiyê ku ji 3yê Mijdara 2002yan heta 7ê Hezîrana 2015an di 3yê Hezîrana 2023an da wezîfe û berpirsyariyên girîng girt ser milê min qediya."

“Piştî navbereke 8 salan, ez ê li ser zemîneke ku bi prensîb û rêgezên min re lihevhatî be, di siyaseta herêmî û neteweyî de, ji bo xebata xwe berdewam bikim. Beriya her tiştî, di van salên ku min şanaziyek mezin di xizmeta miletê xwe de dît, ji dil û can spasiyên xwe pêşkêşî gelê me yê bi qîmet dikim ku ji bo tevgera siyasî ya ku ez tê de me, piştgirî dane.”

Kiliç herwiha got, "Ez ji dil spasiya Serokomarê me (Serokwezîr) birêz Recep Tayyîp Erdogan dikim ku bi rêya siyasetê rê li ber xizmeta miletê xwe vekir û bi baweriya xwe rê li ber me vekir ku em bibin dewlet. Cîgirê herî ciwan, cîgirê serokê koma herî ciwan û wezîrê herî ciwan."