
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê îngîltere Ben Wallace ji bo bi wezîrê bergiriyê yê Ûkraynayê bi Oleksii Reznikov re hevdîtinekî bike çû Kîevê. Seredana Wallace ket pey referandûma Rûsyayê ku li Ûkraynayê li herêmên Donetsk, Luhansk, Herson û Zaporijya yê kir.
Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Îngîltere, ji bo karibin çawa Ûkraynayê ji îşxala Rûsyayê rizgar bikin û Îngîltere dikare destekekî çawa bide Ûkraynayê, li ser van mijaran axifîne. Wallace di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Ji bo alîkariya leşkerî ya zêdetir ji bo Ûkraynayê em biaxifin, ez çûm seredana hemkarê xwe wezîrê Ûkraynayê Oleksii Reznikov. Ez bi seredanê kêfxweşim. Desteka me ya li hemberê êrîşkerên Rûsya xwurt dibe, ji bo 2023 û wêdetir wê desteka me dewam bike.”