image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan ragihand ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên peyameke Amerîkayê gihandiye wan.

Ebdullahyan di daxuyaniya rojnamevanî ya ku tê de behsa hevdîtinên Vîyena yên peymana nukleerî kir de, eşkere kir ku Amerîkayê peyamek bi rêya Iraqê gihandiye wan.

Wezîrê Îranê bêyî ku naveroka peyamê eşkere bike gotiye, " Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên peyameke Amerîkayê gihand me.”

Herwiha Ebdullahyan diyar kiriye ku beriya niha jî Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya nûnerê Ewropayê peyamek gihandibû wan.