image

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî, di civîna çapemeniyê ya ku bi hevtaya xwe ya Slovenî Tanja Fajon re li paytexta Slovenya Ljubljana pêk anî de, nûçeyên medyayê yên ku dibêjin "Eger Îsraîl bi bejahî bikeve Refahê dibe ku Qahîre Peymana Aştiyê rawestîne" nirxand.

Derbarê nûçeyên navborî de jî Şukrî got, "Misir ev 40 sal in peymana aştiyê ya ku bi Îsraîlê re pêwendiyê ava dike, diparêze. Eger bi hev re be, Misir her tim erkên xwe bi cih tîne. Lewma ez hesab nakim. nirxandinên li ser vê mijarê hatin kirin."

Di nûçeya ku televîzyona dewletê ya Îsraîlê di 10ê Sibatê de ji rojnameya Amerîkî The Wall Street Journal ragihandibû de, hatibû gotin ku "Rêveberiya Qahîreyê ji Îsraîlê re ragihandiye ku eger bi rêya bejahî têkeve Refahê, wê peymana aştiyê rawestîne."