image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron  pêwendiyeke telefonî ya dirêj pêk anîn.

Piştî pêwendiya telefonî hat ragihandin ku Lapid ji ber serkotiya serdemî ya Fransayê bo Konseya Yekîtiya Ewropayê pîrozbahî li Macron kir û herdu aliyan bal kişandin ser pêşxistina pêwendiyan û hevkariyê.

Herwiha Lapid di pêwendiyê de, bernameya nukleerî ya Îranê bibîr xistiye û ji Macron daxwaz kiriye zext û fişara zêdetir li ser Tehranê bikin.