image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Tobias Lindner dê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ve hat ragihandin de hat diyarkirin ku Tobias Lindner dê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û hat eşkerekirin ku serdana ku dê bê kirin, dê hefteya bê, roja sêşemê dest pê bike û dê 3 rojan berdewam bike.

Hat eşkerekirin ku Tobias Lindner, dê bi rayedarên Herêma Kurdistanê û saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) re hevdîtinan bike û tê çaverêkirin ku wezîrê Alman ligel rêxistinên sivîl bicive û serdana kampeke penaberan a Herêma Kurdistanê bike. 

Wezîrê Almanyayê diyar kir ku ev serdan ji bo piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Her wiha hat diyarkirin ku Lindner dê di hevdîtinên xwe yên ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê de qala rewşa emnî û siyasî ya herêmê bike.

Li aliyê din hat diyarkirin ku wezîrê Alman dê bi nûnerên Hevpeymaniya Navneteweyî û NATOyê re jî bicive.