
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di rêya telefonê de bi wezîrê karên derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan re axifî. Axaftina wan li ser mijarên guncaw bû.
Nehat ragihandin bê bi taybetî li ser kîjan mijaran axifîne lê di civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî de, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan desteka xwe ji bo Azerbeycanê ragihandibû û gotibû ku Qarabax axa Azerbeycanê ye.