image

PeyamaKurd- Wezîrên karên derve yên Azerbaycan û Ermenîstanê, ji bo ku şertên aştiyê yên navbera herdu welatan biaxivin, ligel şandên dualî li Cenevê civiyan.

Li gorî agahiyên li ser hevdîtinê hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov û Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mirzoyan, ligel şandan li paytexta Swîsreyê ya Cenevê civiyan û li ser şertên aştiyê hevdîtin kirin.

Li ser hevdîtinan, li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê jî agahî hat parvekirin û hat ragihandin ku hevdîtinên li Cenevê dest pê kirine.

Di 13ê Îlonê de li ser sînorê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê pevçûneke dualî dest pê kiribû û ji herdu aliyan jî bi dehan leşker hatibûn kuştin. Li ser pevçûnên ku derketibûn jî rêveberiyên Êrîvan û Bakuyê hev û din ji ber destpêkirina pevçûnê, tawanbar kiribûn.