
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk ên navbera Erebistana Siûdî û Îranê û biryara vekirina balyozxaneyan, Wezîrê Derve yê Siûdî Feysel Bin Ferhan û hemkarê wî yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan lihev dicivin.
Ajansa fermî ya Erebistana Siûdî ragihandiye ku Ferhan û Ebdullehyan îro 27ê Adarê peywendiya telefonê ya duyem di nav hefteyekê de kirine û biryar hatiye dayîn ku di nav meha Remezanê de hevdîtinê bikin.
Hatiye diyarkirin ku di pêwendiyê de hejmarek mijarên hevbeş yên di çarçoveya rêkeftina asayîbûnê de, hatine gotûbêjkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, çend hefte berê bi navbeynkariya Çînê, Îran û Siûdî li ser asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk li hev kiribûn û biryara vekirina balyozxaneyan hatibû wergirtin. Herwiha di navbera herdu welatan de peymanên hevkariya aborî û bazirganî jî hatibûn îmze kirin.