image

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) daxuyaniyek belav kir û diyar kir, vîrusa nû ya Koronayê ya bi navê “Omîkron” ji yên din metirsîdartir e.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî, li ser vîrusa nû ya Koronayê ya bi navê Omîkron da zanîn, Omîkron ji vîrusên din ên Koronayê zûtir belav dibe ji ber wê jî ji yên din metirsîdartir e.

Herwiha WHO daxwaz dike di lêdana derziya Koronayê de bê lezkirin.

Di daxuyaniya WHO de hatiye eşkerekirin, ew vîrus di têsta PCR de derdikeve, lê ew dixwazin rêkên din jî bo dîtina wê vîrusê bibînin.