image

PeyamaKurd - Rrojnameya The Washington Post a Amerîkayê di nûçeyeke xwe de ragihand ku wê Rûsya di nav çend mehên bê de sîstema peykê ya teknolojiya pêşketî bo sîxuriyê bide Îranê ku wê Îran sûdê ji teknolojiya bilind a Rûsyayê werbigire.

Li gorî nûçeyê Rûsya wê peyka xwe ya bi navê Kanopûs-V radestî Îranê bike, ku ev peyk xwedî kamerayên pêşketî ne.

Rojnameyê nêrîna berpirsên berê û yên niha li Amerîkayê û Rojhilata Navîn wergirtine ku Îran wê bi rêya vê peykê armancên leşkerî yên hevrikên xwe yên li Rojhilata Navîn bişopîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev nûçe beriya hevdîtina 16ê Hezîranê ya navbera Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Amerîka Joe Biden a li Cenevê hate weşandin ku yek ji mijara nakok a ligel Rûsyayê ye.

Washîngton Postê gotiye: “Peyk wê ji Rûsyayê werin firandin û metaryalên li Rûsya hatine hilberandin wê di nav de hebin. Her çendî ne xwedî zerengiya peykê yên Amerîkayê ne jî, tê gotin Îran jî li ser deverên taybet dikare vê peykê bi armanca sîxûriyê bi kar bîne.”