
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Wall Street Journalê (WSJ), hat îdiakirin ku êrîşa balafirên bêmirov a li dijî tesîsa Wezareta Parastinê ya li Îsfahana Îranê, ji aliyê Îsraîlê ve hatiye pergalkirin.
Li ser daxuyaniyên burokrat û rayedarên din ên Amerîkayê yên di derbarê êrîşa balafirên bêmirov ên li ser tesîsa Wezareta Parastinê ya li bajarê Îsfahanê hat îdiakirin ku ev êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.
Di raporta WSJ de wiha hat gotin: "Dema ku Amerîka û Îsraîl, ji bo rêgirtina li armancên nukleerî û leşkerî yên Tehranê, li derfetên nû digerin, Îsraîlê êrîşeke nepenî ya bi balafirên bêmirov li ser tesîsên berevaniyê yên Îranê pêk hanî."
Di nûçeyê de hat gotin ku piştî ku Bunyamin Netanyahu car din bû serokwezîr, ev êrîşa yekem e û di heman demê de burokratên Îsraîlî û Amerîkî li ser şêwazên nû ji bo rûbirûbûna pêşvebirina hevkariyên di navbera Îran û Rusyayê de gotûbêj dikirin.
“Îsraîl dê êrîşên veşartî berdewam bike"
Di dewama nûçeya WSJê de wiha hat gotin: “Tê çaverêkirin ku hikûmeta nû ya Netanyahu, piştgiriya leşkerî bide Ukraynayê. Lê ew ê êrîşên nepenî li ser bernameyên nukleerî û leşkerî yên Îranê, berdewam bike.”