image

PeyamaKurd – Şeva borî an ku şeva yekşemê li Îranê li fabrîka ku balafirên bê mirov hildiberîne ya li bajarê Îsfahanê xist. Wall Street Joaurnal (WSJ) ragihand ku Îsraîlê li fabrîkê xistiye û Îsraîl jî ragihand ku rêxistina îstîxbarata Îsraîlê Mossadê li fabrîkê xistiye. Îsraîlê ragihand ku di tesîsên fabrîkê de teqîn çêbûye.

Li aliyê dinê wezareta bergiriyê ya Îranê di rêya televizyona dewletê de bi ragihandina parêzgeha bajarê Îsfahanê got ku di fabrîkê de kesekî can nedaye û Îran di êrîşê de biser neketiye. Wezaret di mijarê de lêpirsînê daye destpêkirin.

Li ser êrîşa fabrîkê ji çapemeniya Amerîkayê rojnama WSJ di manşetê de nûçeyê belav kir û got ku Îsraîlê êrîşê pêkaniye. Piştî çapemeniya Amerîkayê ji çapemeniya Îsraîlê rojnama The Times of Israel bûyerê weha ragihand:

“Mossad ji bo berjewendiyên me li Îsraîlê xist.”

Li gor çapemeniya Îsraîlê; wê Îran ji niha û bi şûn de nikaribe balafirên Kamikaze hilberînê.