image

PeyamaKurd – Ji çapemeniya Amerîkayê rojnama Wall Street Journal ragihand ku Mossad an ku îstîxbarata derve ya Îsraîlê plan dike ku li her derê dinyayê lîderên Hamasê bibîne û wan bikuje. Rojname her weha behsa welatên ku wê li wan sûîkastan bike jî nav bi bav dibêje ku di nava wan welatan de Lubnan, Tirkiye û Qatar hene.

Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu di 22ê Mijdarê de di axaftineka xwe de weha gitibû:

“Min ferman da Mossadê da lîderên Hamasê li ku derê bin bila li hemberê wan tedbîran bistînin.”

Li aliyê dinê serokê Mossadê yê berê Efraim Halevy ragihand ku kuştina lîderên Hamasê tehdîdê ji holê ranake, bi eksa wê bi daxwaza tolhildanê wê xelk bêhtir xwe bi rêxistinê bigre.

Wall Street Journal dibêje ku ji şerê cîhanê yê 2em heya niha Îsraîlê li seranserê dinyayê 2.700 operasyonên sûîkastê kiriye. Ji endamên Naziyan yên li pêş gelek Fîlîstînî bûn hedefa van operasyonan.