image

PeyamaKurd –Yekîtiya Awrûpayê xwe amade dike da ew koçberên li Awrûpayê seredana wan bi fermî nehatiye qebûlkirin, ji bo wan stratejiyekî amade bike û wan dagerîne welatên wan an welatên sêyem. Xebat di navbera wezîrên karên hundir yên welatên Yekîtiya Awrûpa de têkirin.

Civîna di mijarê de ya ne fermî li Îsveçê hat kirin. Endamê komisyona karên hundir yê YA yê Ylva Johansson li Îsveçê ku di vê dewrê de Îsveç serokê YA ye, bi wezîra koçberan ya Îsveçê Maria Malmer Stenegard re civîna hevpar ya çapemeniyê kir. Johansson weha got:

“Ya yê tesbît kiriye ku sala borî 330 hezar koçber di rêyên qaçax de çûne welatên YA yê. Di sala 2022an de di nav YA de 924 hezar koçber seredana fermî kirine ku ev jimar dike 3 car li koçberên ku di rêya qaçax de çûne nav welatên YA yê. Ez difikirim ku piraniya wan pêdiviya wan bi parastina navdewletî nîne û wê % 60 seredanên wan bi neyînî encam bidin. Di vê mijarê de sîstema me radiweste û em nizanin çi bikin. Rewşa gelek welatan zahmete û niha em 4 mîlyon Ûkrayniyan jî li welatên xwe dihewînin.”

Wezîra koçberan ya Îsveçê Maria Malmer Stenegard jî got:

“Kapasîta qebûlkirina gelek welatan ya koçberan tijeye û ji qeweta wan derbas kiriye. Li gelek welatan ji jimarên salên 2015 û 2016an zêdetir koçber hene. Hevkariya bi welatên ku koçber jê hatine re têkiliyên me qelsin. Ji bo welatên wan an yên sêyem wan qebûl bike, divê em têkiliyên siyasî û dîplomatîk zêde bikin.”

Wê lîderên YA yê di 9-10 ê sibatê de bi mijara koçê li Brukselê bicivin.