
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Yekîtiya Ewropa (YE) ji bo ziyanên mezin ên erdhejên 6ê Sibatê alîkariya 400 milyon euroyan li Tirkiyeyî bike.
Konseya Ewropayê, plana Yekîtiya Ewropayê ya şandina 400 milyon euroyan bo alîkariyên erdhejên 6ê Sibatê pejirand ku li gorî planê wê 33,9 milyon euro bide Romanyayê û 20,9 milyon euro jî bide Îtalyayê.
Konseya Ewropayê ya ji nûnerên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê pêk tê, plana alîkariya 400 milyon euroyan şandina ji Tirkiyê re qebûl kir û ku wê ew alîkarî ji Budçeya Hevkariyê ya Yekîtiya Ewropayê bê dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Banka Cîhanê jî milyarek dolar alîkarî ji bo erdhejên Mereşê yên wêranker dabû Tirkiyeyê.