image

PeyamaKurd –  Yekemîn Serokomarê Îranê Ebu Hesen Benî Sedir, 88 saliya xwe de li Parîsê koça dawî kir.

Ebu El Hesen Benî Sedir, piştî rûxana desthilata şahitî bû yekemîn serokomarê Îranê, îro 09/10/2021, li Parîsê koça dawî kir.

Ebu Hesen Benî Sedir, di sala 1981an de, bi komdengiya parlamentoya Îranê ji desthilatê hatibû dûrxistin. Piştî ku Benî Sedir ji Îranê reviya, li gel serkirdeyê rêxistina Mucahîdên Xelk Mesûd Recewî, dest bi dijayetîkirina Komara Îslamî ya Îranê kir, lê sala 1983an dawî li hevrêtiya li gel Recewî anî û heta heyama 40 salan bi tenê rexne li Komara Îslamî digire.

Ebu El Hesen Benî Sedir, sala 1933 li Hemedan ji dayîk bû û kurê Ayetullah Nesrullah Benî Sedir e ku yek ji kesayetên diyar ên ayîna Şîe bû û dostê nêzîk ê damezrênerê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Xumeynî bû.

Ayetullah Xumeynî, ewqas bawerî bi Benî Sedir hebû ku kiribû Fermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê û heta wê dema ku li ser kar bû, wî bi xwe biryar li ser şerê Îran-Iraqê dida.

Lê pişt re ji ber milmilaneyên li nav Komara Îslamî ya Îranê, bi komdengiya parlamentoyê ji postê serokomariyê hat dûrxistin.