image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nav welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) amadekariya dersînorkirina hejmarek zêde penaberên ku penaxwaziya wan nehatiye qebûlkirin, tê kirin.

Endama Karûbarên Navxwe ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ylva Johansson, li Brukselê di civîneke rojnamevanî ragihand ku ew ê kesên daxwaza wan a penabertiyê nehatiye qebûlkirin paşde bişînin welatê ku jê hatine. 

Ylva Johansson gotiye, sala 2022yan li 27 welatên endamên YE hejmara penaberan li gorî sala borî ji sedî 50 zêde bûye û gihîştiye 920 hezar kesan û diyar kir: “Li YE her sal ji bo 300 hezar kesan biryara vegerandinê tê dayîn lê bi tenê 70 hezar kes têne vegerandin. Divê em vê hejmarê zêdetir bikin.”

Hat diyarkirin ku wê stratejiya vegerandina penaberan a ji aliyê Komîsyona Ewropayê vehatiye amadekirin, wê pêşkêşî civîna Wezîrên Navxwe yên welatên endamên YEyê were kirin ku civîn vê hefteyê li paytexta Swêd Stockholmê tê lidarxistin.