image

PeyamaKurd – Li Yûnanistanê bi hevkarîya welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar e li 5 gravên deryayê yên Leros, Lesbos, Kos, Chios û  Samos kampên koçberan werin avakirin.

Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê 276 milyon Euro ji bo avakirina wan 5 kampên nû terxan kiriye ku ji niha ve têlên stirî hatine danîn, kamereyên çavdêriyê hatine bicihkirin.

Wezîrê Koç û Koçberan ê Yûnanistanê Notis Mitarachi li ser avakirina wan kampan ragihand: “Em niha cûreyekî nû ji kampan çêdikin, ew jî navendên girtî yên kontrolkirî ne, ji aliyekî ve mercên jiyanê yên baş peyda dikin, li gel hemû xizmetguzariyên pêwîst wek ên ku li welatên Ewropayê tên pêşkêşkirin.”

Koçberên ku bixwazin derbas bibin an ji kampê derkevin, dê pencemora xwe li derî bidin û kerta elektronîk bikar bînin û di deriyê kampê re derkevin.

Demjimêr 8ê êvarê, wê derî bê girtin, kesê ku berî vê demê derbasî kampê nebe, ew ê bê cezakirin.

Hêjayî gotinê ye, YE bi mebesta ku rê li ber koçberên ji Tirkiyê derbasî welatên ewropî bibe wan kampan ava dike û li nav giravan wan penaberan bicih dike.