image

PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê di dema maça dostaniyê de birûskê li qada lîstikê ket û lîstikvanê 35 salî Septain Raharja jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku di maça dostaniyê ya navbera tîmên futbolê yên Bandung û Subang ku li Stadyuma Siliwangi ya li Bandung hate lîstin de, birûsk li qada futbolê ket.

Hate diyarkirin ku di bûyera li bajarê West Java ya Endonezya rû daye de, lîstikvanê 35 salî Septain Raharja yê ku di Subangê de dilîze, ji ser hişê xwe çû û piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî lîstikvanê futbolê yê 25 salî yê ku li Endonezyayê di klûba Bojonegoroyê de dilîst ji ber lê ketina birûskê can dabû.