image

PeyamaKurd- Ji ofîsa Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê yên Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, hişyarî li rêberên Sirbîstan û Kosovayê hat kirin ku ji daxuyaniyên bi hêrs dûr bisekinin.

Di daxuyaniya ku hat ragihandin de hat gotin ku “Di navbera rayedarên Kosova û Sirbîstanê de bi taybetî li Balkanan, di derbarê şer û pevçûnan de daxuyaniyên ku hêrsê zêde bikin tên dayîn û ev daxuyanî jî dibin cihê metirsiyê.”

Bi rêya daxuyaniyê, hişyarî jî hat kirin ku heger bûyerên ku aciziyê zêde bikin, biqewimin dê herdu alî jî berpirsiyar bên dîtin. Bi berdewamî hat gotin ku Divê herdu alî jî demildest dev ji van daxuyaniyên bi xetere û dijminane berdin û bi berpirsiyarî tevbigerin.”

Her wiha hat eşkerekirin ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo pêvajoyeke ku têkilî ber bi asayîbûnê ve biçin, dikare hemû mijaran bigire dest.

Alozî, ji ber biryarekê derketibû

Aloziya ku di navbera aliyan de derketibû, ji ber biryara Kosovayê bû ku Sirp jî di nav de kî li Kosovayê bijiya, diviyabû nasnameya kosovayê û plakaya kosovayê bi kar bihaniya. Li ser vê yekê Sirbîstanê bertek nîşan dabû û sînorê bakurê welatê xwe heta dawîya meha tîrmehê girtibû.