image

PeyamaKurd – Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê Ahmet Yener ragihand ku ji 1ê Çileyê 2024an pê de proseya hilbijartinên herêmê yên meha Adarê werin lidarxistin dest pê dike.

Ahmet Yener ragihand ku dê heta 1ê Çileyê salnameya hilbijartinên herêmê dest pê dike, wê pêwîstiyên bo hilbijartinên herêmê bên dabînkirin û amadekarî bo encamdana hilbijartinan bê kirin.

Yener anî ziman ku li gorî xebatên wan ên li ser nifûs û îqameya welatiyan dikin, ne mimkun e dengên dubare bên bikaranîn û li ser derbasbûna sîstema elektronî ya dengdanê jî got ku dibe bi awayekî pîlot dest pê bike, lê derbasbûna sîstema elektronî bi biryara parlamentoyê pêk tê û heta 5-10 salan mimkun xuya nake.