image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis û Serokomarê Misirê Ebdullfetah El Sîsî di civîna hevbeş a rojnamevanî de, banga vekişandina çekdarên biyanî ji Lîbyayê kirin û xwestin, hilbijartin di dema xwe de pêk werin.

Serokwezîrê Yûnan Kyriakos Mitsotakis û Serokomarê Ebdullfetah El Sîsî li Qahîreyê piştî hevdîtinê civîneke rojnamevanî li dar xistin ku yek ji mijara civîna wan derxistina çekdarên Tirkiyê  yên şandine Lîbyayê bû.

Mitsotakis got, divê hêzên biyanî ji Libyayê werin derxistin û komên çekdar ên li Libyayê bên belavkirin.

Sîsî jî da zanîn ku wan bi Yûnanistanê re li hev kiriye ku hilbijartinên Libyayê di dema xwe ya diyar de pêk werin û hêzên biyanî ji Libya werin derxistin.

Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Libyayê Richard Norland jî ragihand, ew dixebitin da ku çekdarên Libyayê berî hilbijartinên 24 Kanûnê werin derxistin.