image

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di derbarê rewşa dawî ya Bahmutê de daxuyanî da.

Volodimir Zelenskiy, li ser dagirkirina Rusyayê ya Bahmutê diyar kir ku leşkerên Rusyayê, li Bahmutê dorpêçeke wêrankir daniye.

Di civîna çapemeniyê ya di Civîna Bilind a G7ê ya Japonyayê de ji Volodimir Zelenskiy rewşa Bahmutê ku di bin êrîşên giran ên hêzên Rusyayê de bû hat pirsîn.

Zelenskiy di bersivan de eşkere kir ku Rusyayê li bajêr dorpêçeke ku "her tiştî hilweşandiye" daniye û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Îro Bahmut tenê di dilê me de ye. Şerê li Bahmutê, ji bilî hejmareke zêde ya kuştiyên Rus, li bajêr tiştek nehiştiye.”

Zelenskiy, li ser daxuyaniyên Rusyayê ku Bahmutê kirine bin kontrola xwe got ku “Bahmut, îro ji aliyê Rusyayê ve nehatiye dagirkirin. 2 yan jî 3 tercumeyên van gotina tunene.”

Wezareta Parastinê ya Rusyayê ragihand ku hêzên girêdayî Koma Wagnerê bi piştgiriya artêşa Rusyayê Bahmut kiriye bin kontrola xwe.