image

PeyamaKurd – Ji bo guhertina navê Rûsyayê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin ku Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy jî piştgiriya xwe bo kampanyayê ragihand.

Di kampanyaya îmzeyan de tê xwestin ku navê Rûsya wekî "Muskovy" were guhertin ku dîroka wî navî heta sedsala 13emîn diçe.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy piştgirî da kampanyayê û ragihand ku divê li ser mijarê ji hêla dîrok û çandî ve vekolîn bê kirin.

Herwiha Zelenskiy daye zanîn ku wî ji afirînerê kampanyayê derbarê kampanyayê û encamên wê de, agahî xwestiye.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharovayê jî ev hewldan wekî hewldaneke afirandina helwesteke dijî Rûsya ya Ukraynayê nirxand.